Açıklama
Nivîskar, di romana xwe ya bi rojên xwe yên zaroktiyê destpê dike de bajarê Amûdê weke lehengekê teswîr dike û atmosfera vî bajarî di nav serencama çîrokê de vedibêje. Nivîskar di gel ku bûyerên tarîxî ên wekî şewitîna sînemaya Amûdê, kuştina zarokan û wêrankirina Cezîreyê wek serpêhatiyan sereke bi zimanekî zelal neql dike:
Lê gava dihatin, beşek ji wan di miqilkan de an di tenûrên dadayî de dihatin birajtin. Me ew bi dafên hesinî digirtin an jî bi “merkebên” ku me li ser sergoyan dinixumandin. Me kêlekek wan datanî ser darekî piçûk ku me bi benekî dirêj girêdida. Hema çîq derbasî binê “merkebê” dibûn, me ben dikişand û merkeb bi ser çîqan de diket.
Nivîskar bi çavê gelek lehengan ve çîroka xwe vedibêje.
Di metnê de tişta balkêş ew e ku vebêjer dengê lehengan gelek
baş û serkeftî digehîne xwendevanan. Ji wan jî ya herî balkêş dapîra vebêjer e ya ku baweriya xwe bi tiştên wek xurefeyan diîne û bi gotinekê dînan bi hêş û aqil dike. Herwisa ligel tehlîlên lehengan ev roman vebêjiya dewrekî jî dike ku di wê de bûyerên têkilhevbûyî, xelekên bi hev re girêdayî û tîpên cuda bala xwendevanan dikêşe.